Fatih Gazioğlu
11 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2019
Li gor lêkolîna ku ji hêla zanyarên Fransî va hat kirin, vexwarinên fêkiyan û meşrubatên biasît rîska kansêrê zêde dike.
Li gor nûçeya ku BBCyê, zanyarên Fransî yên ku li Zanîngeha Sorbonneyê dixebitin li ser zirara vewxwarinên bişeqir lêkolînek kir.
Di encama lêkolînê da derket holê ku di rojê da ji 100 mîlîlîtreyê zêdetir vexwarinên bişekir (di hefteyê da 2 qutî), rîska kansêrê sedî 18 zêde dike.
Lêkolîn di 5 salan de li ser 100 hezar zêdetir mirovî hat kirin. Di encama lêkolînê da ji her hezar kesan 26ê wan da emareyên kansêrê hat dîtin.
Hirgûliyên lêkolînê li kovara Brîtîsh Medîcal Journalê hatin weşandin.