19 Îlon 2015•Rojanekirin: 19 Îlon 2015
Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok got, "Bi telîmata Serokwezîrê me Ahmet Davutoglu li 22 wîlayetên me yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ji bo ku sîstema gundparêziyê bê çalakkirin 5 hezar kadroyên ku vala ne, em îlanên xwe didin destpêkirin. Em ê 5 hezar kadroyên gundparêziyê yên li 22 wîlayetên xwe yên vala tijî bikin û birayên xwe yên ciwan bînin wezîfeyê. Ez vê wek mizginî didim birayên me yên delal ên ku li hêviyê ne kadroyên gunparêziyê bên vekirin û bibin gundparêz."
Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok, Wezîrê Vejen û Çevkaniyên Sirûştî Alî Riza Alaboyun û Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Cenap Aşçi li Aksarayê beşdarî xwarina walîtiyê ji bo wan da bûn.
Altinok li vê derê li ser pirseke rojnamevanan got ku hikûmet û dewlet ji 24ê tîrmehê vir da li dijî rêxistinên terorê yên ku êrîşî bihevrabûn û yekîtiye milet û dewleta Komara Tirkiyeyê dikin têkoşîneke mezin didin.
Wezîr Altinok destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê ji bo domandina hiqûqa biratiyê, yekîtiya welêt bi qehremanî têkoşîneke mezin didin, hetanî îro çito têkoşîn didan ew ê ji îro şunda jî têkoşînê bidomînin.
Altinok got, "Em dixwazin li Anadoluyê kilamên biratiyê bên gotin" û wiha pê da çû:
"Em dixwazin li vê derê biratî, bihevrabûn û pêşketin hebe. Miletê me ji nika baştir bijî. Zarokên me pêşerojeke baş heq dikin. Em vê difikirin, têkoşîna vê didin lê belê rêxistina terorê ya ku bûye maşeya hin hêz û kesên ji derva ji bo ku biratiya me ji holê rake bi alîgirên xwe ra êrîş dike. Lê belê dixwazim ku bira her kes bizanibe ku Komara Tirkiyeyê xwedîhêz e û ew ê di demeke kurt da ji heqê vê derê û biryardar e. Ev ezm û biyardarî heye. Hemû miletê me yê bibîne. Heta ku rêxistina terorê çeka daneyne ev têkoşînê bi biryardarî dewam bike."
- Li 22 bajaran 5 hezar gundparêzê bên îstixdamkirin
Altinok got dixwaze ku tiştekî teze ji rojnamevanan ra bêje û wiha pê da çû:
"Bi telîmata Serokwezîrê me Ahmet Davutoglu li 22 wîlayetên me yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ji bo ku sîstema gundparêziyê bê çalakkirin 5 hezar kadroyên ku vala ne, em îlanên xwe didin destpêkirin. Em ê 5 hezar kadroyên gundparêziyê yên li 22 wîlayetên xwe yên vala tijî bikin û birayên xwe yên ciwan bînin wezîfeyê. Ez vê wek mizginî didim birayên me yên delal ên ku li hêviyê ne kadroyên gunparêziyê bên vekirin û bibin gundparêz."