QERS
Xirbeyên Aniyê li sînorê Qers û Ermenistanê li ser Rêya Hevrîşimê ye. Zivistanê gava ku berf ser xirabeyan de dikeve wek bûkeke bixêlî xuya dike. Zivistanê wênekêş guh nadin sermayê tên û wêneyan dikişînin. Avahiyê ku di xirabe de hene xwedîtiya gelek şaristaniyên dîrokî dike. Ji Xirbeyên Anî re dibêjin "Bajarê Dinyayê". Bilindahiya dîwarê bajêr 8 metre dirêjaya wê jî 4 hezar û 500 metre ye. Hê 20 avahî li xirabeyan hene. Di wêneyê de derê xirbe xuya dike