07 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Parlementera Partiya Demokrata Gelan (HDP)ê ya Şanliurfayê Dîlek Ocalan li ser biryara girtinê ya 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê ji bo îfadehildanê anîn Dadgeha Bakirkoyê.
Ocalana ku derbarê wê de ji aliyê 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê ve biryara girtinê hatibû dayin, ji Balafirgeha Ataturkê bi polêsan re hat Dadgeha Bakirkoyê. Parlementerê HDPyê yê Şanliurfayê Osman Baydemîr jî bi Ocalanê ra bû.
Hat hînbûn ku Ocalan wê di çarçoveya doza ku li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê tê birêvebirin de bi SEGBÎSê peywendiyê deyne û îfade bide.
Dîlek Ocalan di 23yê sibata 2016an de li Wêranşarê beşdarî merasima cinaze ya Mehmet Yilmazê terorîstê PKKyî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû kuştin, bûbû. Derheqê Ocalanê de ji ber tevgerên "rê û rêbazên rêxistina terorê yên wekî şidet û geflêxwarina meşrû nîşandanê" bi daxwaza 5 sal cezayê hefsê doz hatibû vekirin.
5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê ji bo Ocalana ku bi sûcê "propaganadaya rêxistina terorê kirin" tê darizandin û li navnîşana diyarkirî nehatibû dîtin biryara "qefaltinê" derxistibû.