Türkan Tosun
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Li Behra Marmarayê li qaraxê Sîlîvriyê bi lerza 3,6 erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Beşa Agahîdayînê ya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 10.32an da li Behra Marmarayê bi lerza 3,6 erdhej çêbû.
Erdheja ku di behrê da çêbû 23,94 kîlomêtro nêzîkî Sîlîvriyê û 7,78 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Di 24ê Îlonê da jî dîsa li Behra Marmarayê li qaraxê Sîlîvriyê bi lerza 4,6 erdhejek çêbûbû.