Ahmet Sertan Usul
21 Gulan 2023•Rojanekirin: 22 Gulan 2023
Li Edeneyê di saet 15.46an da bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), hejeke mezinahî 4,9 a ku navenda lerza wê Saimbeyliya navçeya Edeneyê ye, hat qeydkirin.
Hat diyarkirin, erdhej 6,67 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Waliyê Edeneyê Suleyman Elban ji nûçegihanê AAyê ra got, "Heta niha rewşeke neyênî nehatiye ragihandin, kontrolên me dewam dikin."