29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Di şer, pevçûn û êrîşên ku di nav sala 2015yan li seranserê Sûriyeyê qewimîn de 21 hezar û 179 kes hatin kuştin.
Li gor rapora ku ji hêla Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNRH) hat weşandin di vê meha kanûnê de jî hezar û 793 kes di şerê û pevçûnên li Sûriyeyê diqewimîn de hatin kuştin û bi reqamên dawîn ve hejmara kesên ku seranserê sala 2015yan de hatin kuştin derket 21 hezar û 179 kesî.
- Ji sedî 75ên wan di êrîşên rejimê de hatin kuştin
Di raporê de hat ragihandin ku ji serê salê heta niha di êrîşên ji hêla rejimê hatin lidarxistin de 15 hezar û 748 kes hatin kuştin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nav kesên ku rejimê kuşt de bi tenê 3 hezar û 704 kesên wan bi çek bûn. Di nav wan de 2 hezar û 592 kes jê zarok bûn û hezar û 957 jî jê jin in. 12 hezar û 44 kesên ku hatine kuştin jî sivîl in. Îsal di nav de 7 zarok û 4 jî jin bi tevahî hezar û 556 kes di dema êşkenceyê de can dan."
Hat gotin di êrîşên rejimê de di nav kesên tên kuştin de ji sedî 38ê wan jin û zarok in û ev yek jî nîşan dide ku "hêzên hikûmetê rasterast sivîlan ji xwe re dikin hedef û di êrîşan de hema bêje rojê 10 zarok" tên kuştin.
- Di êrîşên ûris de 849 sivîl hatin kuştin
Di êrîşên ku balafirên şer ên Rûsyayê ji serê meha îlonê heta niha li Sûriyeyê li dar xistin de jî 849 sivîl hatin kuştin û ji wan 199 zarok, 109 jin bûn û hat gotin ku di êrîşan ûris û hêzên rejimê de rêjeya sivîlên ku tên kuştin jî her ku diçe zêde dibe.
- Di êrîşên YPGê de 132 sivîl hatin kuştin
Der heqê hejmara kesên ku ji hêla YPGê ve hatin kuştin de jî agahî hat dayîn û di raporê de hat îfadekirin 32 jê zarok û 12 jî jê jin bi tevahî 132 kes ji hêla YPGê ve hatin kuştin û di nav wan kesan de 4 kes jî di dema êşkenceyê de can dan.
- Di êrîşên komên tûndraw de jî 2 hezar û 265 kes hatin kuştin
Li Sûriyeyê di êrîşên ku komên tundraw ên li herêmên xwe bi tesîr in li dar xistin de jî 2 hezar û 265 kes hatin kuştin. Hat gotin ku ji wan 2 hezar û 98 kes ji hêla DAEŞa rêxistina terorê ve hatin kuştin. Di nav wan kesan de bi tenê 732 kes bi çek bûn, ji hezar û 366 sivîlên hatin kuştin de 149 jê zarok û 188 kes jî jê jin bûn û 8 kesî jî dema êşkence li wan dihat kirin can dan-.
- Di êrîşên Eniya Nûsrayê de 167 kes hatin kuştin
Di êrîşên ku ji hêla Eniya Nûsrayê hatin li dar xistin de jî 78 jê çekdarên komên muxalif û 89 jî jê sivîl bi tevahî 167 kes hatin kuştin. Di nav wan sivîlan de 13 zarok û 11 jî jin hebûn, 9 kesî jî dema êşkence li wan dihat kirin can da.
- Di êrîşên komên muxalif de hezar û 121 kes hatin kuştin
Di êrîşên komên muxalif li dar xistin de jî 49 jê endamên komên çekdar û hezar û 72 jê sivîl bi tevahî hezar û 121 kes hatin kuştin. Di nav sivîlên hatin kuştin de 258 jê zarok, 181 jê jin bûn û 9 kesî jî dema êşkence li wan dihat kirin can da.
- Êrîşên komên çekdar
Hat ragihadin ku di êrîşên hêzên koalîsyona navneteweyî ya ku ji bo têkoşîna li hemberî DAEŞê hat avakirin de jî 87 jê zarok, 46 jê jin bi tevahî 277 sivîl hatin kuştin.
Di raporê de hat gotin kesên dixwestin ji welêt koç bikin û di qezayên li nav behrê qewimîn de, yan di êrîşên bombeyî yên kiryar nediyar de û yan jî di êrîşa komên çekdar ên eniya wan nediyar e de mirin jî herî kêm 787 kes bûn. Di nav wê komê de 168 kesên ku endamên komên çekdar bûn ne tê de 631 sivîlên ku 113 jê zarok û 111 jî jê jin bûn mirin.
Di der heqê naverok û amadekirina rapora SNHRyê de jî wiha hat gotin: "Ekîba SNHRyê di amadekirina raporê de rastî gelek zor û zehmetiyan tê. Ji ber şer û pevçûnê peydakirina hûrgiliyên wek nav û wêneyan pir zehmet dibe û reqamên ku tên parvekirin jî hejmara rast a teqez nadin. Xwegihandina bîlançoya rejimê û ya DAEŞê hema bêje ne mimkun e û îstatîstikên di vê qadê de ji rastiya teqez dûr in."
Hat ragihandin ku meha adara sala 2011yî ya destpêka şerê navweyî yê Sûriyeyê heta niha ji 250 hezarî zêdetir kes hatin kuştin û 5 milyon û 835 hezarî zêdetir kesên ku ji sedî 50yî wê zarok, ji sedî 35ê wê jin û ji sedî 15yê wê jî mêr in koç kirin û bûn penaber.