E.O
28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Ebû Mihemed Cûlaniyê Serokê Eniya Nusreyê ya ku yek ji komên mixalif ên li Sûriyeyê ye got ku ji Qaîdeyê veqetiyan û Eniya Nusreyê fesx kirin, şûna vê dê di bin banê Eniya Fethû'ş Şam (Fetha Şamê) ya ku nû ava kirin û tu têkiliya wê bi rêxistineke din a biyanî re tune re têkoşîna xwe berdewam bikin.
Cûlanî di dîmena ku li televîzyona El-Cezîre Erebî de hat weşandin de ragihand ku bi mebesta kêmkirina tehdeya navneteweyî ya li ser sûriyeyiyan, bi taybetî hincetên ku DYA û Rûsya ji bo bombebarankirina gelê Sûriyeyê bi kar tînin ji holê rakin, ji Qaîdeyê veqetiyan û Eniya Nusreyê fesx kirin. Cûlanî qal kir ku dê şûna wê di bin banê Eniya Fethû'ş Şam (Fetha Şamê) ya ku nû ava kirin û tu têkiliya wê bi rêxistineke din a biyanî re tune re têkoşîna xwe berdewam bikin.
Di qeyda deng a tê diyarkirin ku yê Ehmed Hesen Ebûl Xeyrê arîkarê Eymen Zewahîriyê serokê Qaîdeyê ye û îro di înternetê de hat weşandin de Ebûl Xeyr ji Qaîdeyê veqetîna Eniya Nusreyê erênî dîtibû. Ebûl Xeyr pêşniyazî endamên Eniya Nusreyê kiribû ku li gor xêra misilmanan û cîhada li Şamê çawa be bila wisa tevbigerin.
Eniya Nusreyê di sala 2012an de li Sûriyeyê ji aliyê Ûsana el-Absî el Wahîdiyê ji mensûbên Qaîdeyê yên li Iraq yê ku wekî Ebû Mihemed Cûlanî tê naskirin ve hat avakirin. Rêxistinê bi êrîşên ku bir ser avahiyên îstixbaratê yên asîmanî yên li paytext Şamê navê xwe da bihîstin û piştî ku rêxistinê baregeha asîmanî ya Taftanazê bi dest xist bû yek ji komên dijberê rejimê yên ku şervanên sûriyeyî û biyanî herî zêde beşdar dibin. Rêxistinê di demek kurt de hema bêje li her derê Sûriyeyê çalak bû û daxwaza girêdanê ya Mihemed Bexdadiyê serokê DAEŞê red kir û eşkere kir ku girêday, El Qaîdeyê ye. Rêxistin lu ser vê yekê ket nav lîsteya terorê ya DYAyê.
Eniya Nusreyê bi DAEŞa ku ji Qaîdeyê veqetiya re ket nav têkoşîna hêzê û piraniya biyaniyên di bin banê Eniya Nusreyê de derbasî DAEŞê bûn. Rêxistinê di sala 2014an de rêjeya şervanên biyanî daxist ji sedî 15an û kadroyên xwe yên sereke ji sûriyeyiyan ava kir û eşkere kir ku dê fealiyetên wan li Sûriyeyê tenê bin. Eniya Nusreyê bû yek ji hêmanên avaker ên Artêşa Fetîhê ya ku li Sûriyeyê di adara 2015an de bi kombûna 7 komên mixalif ên çalak hat avakirin.
Rêxistinê bi êrîşên xwe yên bi Artêşa Fetîhê re li Îdlib û Hamayê hêzên rejimê di zorê de hiştibûn û ev yek jî yek ji sedemên tevîbûna şerê li Sûriyeyê ya Rûsyayê hatibû nîşandan. Eymen Zewahîriyê serokê El Qaîdeyê di gulana borî de eşkere kiribû ku Eniya Nusreyê bi şertê ku daxwaza gelê Sûriyeyê û prensîbên îslamê biparzêe dikare ji Qaîdeyê veqete. Piştî vê daxuyaniyê hatbû nîqaşkirin ka gelo dê rêxistin têkiliya xwe ya bi Qaîdeyê re bibire yan na. Qaîde û Eniya Nusreyê di nab lîsteya terorê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de cî digirin.