ÎSTANBÛL
151 kesên di nav de hîndekar, siyasetmedar, nivîskar, hiqûqzan, îlahiyatnas û rojnavan jî hene bi serenava "Em bi fikar in" îlanek dan. Di îlanê de diyarkirin ku tiştên ku di pêvajoya "Doza 28ê Sibatê" de qewimîn hêvişiken in û wiha gotin, "Rûmate Tirkiyeyê ye ku bi vê derbeya ku hemû kiryar û nîşaneyên wê diyar in re rûbirû bibe û bike ku derbexwaz li hember hiqûqê hesab bidin."
Abdûrrahman Dîlîpak, Abdulkadîr Selvî, Alî Bayramoglû, Ethen Mahçûpyan, Îbrahîm Karagul, Mehmet Barlas, Huseyîn Hatemî, Orhan Mîroglû, Şeref Malkoç, Ûfûk Ûras û Umît Firat jî di nav de bi tevahî 151 kesî, ji ber 17emîn salvegera "Derbeya Postmodern a 28ê Sibatê" îlan dan hin rojnameyan. Di îlana rojnameyan de li ser doza 28ê Sibatê sekinîn.
Di îlanê de hat diyarkirin ku bîranînên vê heyama reş di hişê civakê de wekî roja ewil nû ye û dan zanîn ku pêvajoya 28ê Sibatê kirinên burokrasiya leşkerî û sivîl tenê nîne. Di 28ê sibatê de hemû bê hiqûqî, îxlalên sîstematîk yên li ser azadî û mafên bingehîn, cudakeriya li ser rûmeta mirov, têkiliyên emir û fermanê ji hêzên çekdar heta darazê, sermayeyê, siyaset û heta qada sivîl jî hat pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rûmate Tirkiyeyê ye bi vê derbeya ku hemû kiryar û nîşaneyên wê diyar in re rûbirû bibe û bike ku derbexwaz li hember hiqûqê hesab bidin" û daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Lê tiştên ku di pêvajoya ku di nav raya giştî de wek "Doza 28ê Sibatê" tê zanîn û hê jî berdewam dike, qewimîn hêvîşikên in. Digel pirsgirêkên di pêvajoya dozê de hê jî lêpirsîneke li ser hemû kiryarên siyasî û sivîl yên ku di pêvajoya 28ê sibatê de bi awayekî çalak cî girtin, nehatiye kirin. Nayê qebûlkirin ku li ser encam û bandorên sûcên ku wê heyamê hatin kirin, yên ku hê jî berdewam dikin nesekinin.
Em kesên ku îmzeyen wan li jêr in ji bo îdeala rûbirûna Tirkiyeyê ya bi derbeyan re, ji pêvajoya dozê bi fikar in. Em ji bo ku Tirkiye bibe dewleteke tam demokratîk a hiqûqê û daraz ya dikeve li ser milê xwe bi cî bîne, bangî her kesî dikin ku hesas bin."