DIYARBAKIR
Di çarçoveya madeya 125emîn a Qanûna Ceza ya Tirkan (QCT) ji ber sûcê "îxaneta li welêt" cezayê dardekirinê dabûn Abdûllah Ocalan. Lê belê ji ber ku cezayê dardekirinê di çarçoveya qanûnên lihevkirinê yên YEyê de hatibû rakirin, cezayê heta hetayê dan Abdûllah Ocalan. BDPê li Diyarbekir ji bo Abdûllah Ocalanê ku di girava Îmraliyê de girtî ye û cezayê heta hetayê danê, serbest bê berdan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin.
Seroka Bajêr ya BDPê Zibêde Zumrutê li ser navê koma ku beriya destpêkirina kampanyayê li navçeya Yenîşehirê civiyabû, axivî. Zumrutê parast ku Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de di bin şert û mercên giran de jî dîsa di nav hewldana aştiyê de ye. Zumrutê xwest ji bo ku ev hewldana Ocalan pêş bikeve beriya her tiştan divê astengî bên rakirin da ku nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend û rojnamevan bikaribin biçin Îmraliyê.
Zumrutê da zanîn ku dixwazin Ocalan di demeke kurt de serbest bê berdan û wiha got: "Kampanyaya me ya îmzeyê dê heta 4ê nîsanê berdewam bike. Armanca me ew e ku li Diyarbekirê ji milyonekî zêdetir îmzeyan berhev bikin."