Ji bo endamtiya Lijneya Birêvebirinê ya TRTyê 19 namzedan serî li Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) da.
RTUKê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li gor hikmên amîran a Qanûna Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê û Qanûna Der barê Xizmetên Weşanê û Damezranê yên Televîzyon û Radyoyê, serlêdana namzediyê ya ji bo endamtiya Lijneya Birêvebirinê ya TRTyê ya ku di qadên kargerî, îqtisad an jî maliyeyê de duh di saet 18.00an de temam bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Lijneya Bilind dê serlêdanên ku ji bo Endamtiya Lijneya Birêvebirina TRTyê hatin kirin, binirxîne û piştî ku lêkolîn temam bûn, li gor madeya 11emîn a Qanûna Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê, ji bo ku RTUK pêşniyazî Lijneya Wezîran bike dê du namzed bên diyarkirin.
Kesên ji bo namzediyê serî lê dan ev in:
"Mûstafa Mûsa Beydogan, Alî Sagirkaya, Mehmet Salîh Ayaz, Ûmût Çavûş, Yasîn Agar, Salîh Şahîn, Dr. Memdûh Aslan, Doç. Dr. Mehmet Dûrkaya, Abdulkadîr Buyuksakal, Dr. Cengîz Ceylan, Tamer Kaplan, Alî Hasetcî, Hasan Altundag, Turgay Onder, Dr. Cengîz Ozdîker, Prof. Dr. Mehmet Barca, Mehmet Veysî Malkoç, Prof. Dr. Şafak Ertan Çomakli, Vedat Kent."