04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Lijneya Bilind a Televizyon û Radyoyê (RTUK) bi telîmata Serokwezîriyê va qedexeya weşanê ya demborî da ser teqîna li Baglara navçeya Diyarbekirê.
Di daxuyaniya nivîskî ya lijneyê da hat diyarkirin ku di xala 7an a Qanûna Xizmetên Weşan û Saziyên Radyo û Televizyonê ya bi hejmara 6112an da tê gotin ku 'di rewşên dibe ku pergala kamuyê xirab bikin da ji bo ewlehiya neteweyî' dikarin qedexeya weşanê daynin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku teqîna ku îro destê sibê bû jî di vê çarçoveyê da ye û ji bo vê mijarê li gor nivîsa Serokwezîriyê qedexeya weşanê ya demborî dan ser weşanê û wiha hat gotin:
"Saziyên medyayê çaxa ku xeberên der barê teqînê da didin dibê li gor qanûna bi hejmara 6112an tev bigerin, weşanên dibe ku gel bidin tirsîn, tevliheviyê çêkin, xizmetê ji rêxistinên terorê ra bikin, neyên kirin, dîmenên dema teqînê, piştî teqînê, dewsa bûyerê, xebatên wezîfedarên kamuyê yên li dewsa bûyerê, kesên ku di teqînê da birîndar ketin an jî mirin bi tu awayî nedin, ji tesbîtkirin û derdestkirina êrîşkaran xêncî daxuyaniyên meqamên fermî tu agahiyan nedin."