ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji Xeta Boriya Petrolê ya Yûmûrtalik-Kerkûkê 20 ton nefta xam hat dizîn lê cendermeyan bûyer baş şopand û nefta hat dizîn girtin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Cendermeya Bajêr, dema ku cendermeyan li ser rêbeja Hîlvan-Bozovayê qontrol dikirin, ji qamyona ku M.Û. diajot, ketin şikê û dan sekinandin.
Di lêgerînê de cendermeyan 20 ton nefta xam bi dest xist.
Dizan neft di tankêrê de veşartibûn û ew tankêr jî di qamyonê de bi cih kiribûn.
Hat tespîtkirin ku ev nefta cendermeyan dest da ser ya xeta Yûmûrtalik-Kerkûkê ye.
Şofêr M.Û. hat binçavkirin.