Fatih Gazioğlu
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
TUNCELÎ
Masîgirên li Tunceliyê bi saya 'masîgiriya qefesê' salê 2 hezar ton makmasî digirin.
Li Tunceliya ku behr tuneye çemê Mûnzûr, Pulumur û Periyê heye. Masîgirên Tunceliyê bi saya teşwîqên ku ji aliyê Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê hat dayîn ev demek e debara mala xwe bi 'masîgiriya qefesê' dikin.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Bajêr Orhan Kaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got li bajêr 24 tesîs hene. Kaya wiha dewam kir:
"Ji van tesîsan 18 ji wan ji wezaretê teşwîqê distînin. Par milyonek û 500 hezar lire pere hîbe stendin û bi saya vê di salekê de masîgiran nêzî 2 hezar ton makmasî girtin. Em masîgirên ku 'masîgiriya qefesê dikin 2-3 mehan carekê jî kontrol dikin. Di nav milet de fikireke wiha heye, dibêjin 'masiyên organîk baştir in.' Eslê vê agahiyê ne wisa ye. Ev masiyên vê derê mezin dibin ji yên din organîktir in. Lewra masiyên di qefesê de ji xwarina wan heta mezinbûna wan qedeme qedeme tên kontrol kirin. Ji ber vê masiyên bajarê me hemû ji yên din organîktir in."