MARDİN
Serokatiya Civakên Tirk û Eqreba a Derveyî Welêt, di çarçoveya "Projeya Pireyên Ciwaniyê" de, 40 zarokê malbatên suryanî yên ku koçî derveyî welêt kirine, anîn Midyatê da ku axa bav û kalên xwe ji nêz ve bibînin û nas bikin.
Di çarçoveya "Projeya Pireyên Ciwaniyê" de 40 zarokên suryanî anîn Midyatê. Zarok digel Kudret Bulbulê serokê Civakên Tirk û Eqreba a Derveyî Welêt, Manastira Mor Gabrîel û Metropolît Samûel Aktaş ziyaret kirin.
Bulbul got ku aramanca wan ev e ku di çarçoveya projeyê de zarokên malbatên suryanî bînin Tirkiyê ku zarok him Tirkî him jî dîrok, çand û kultura xwe ji nêz ve nas bikin û ji bîr nekin.
Bulbul bal kişand ser rêxistinên civakên sivîl ên li Ewropayê û wiha dewam kir: "Em vê projeyê bi tevkariya civakên sivîl ên li Ewropayê pêk tînin. Rêxistinên wiha ên li Ewropayê ji bo ciwanên me zehf baş in. Ya rast dema ku aleqeya ciwanên li wir bi saziyan re nemîne dê têkiliyên ciwanan ên bi Tirkiyê re jî bi tevahî qut bibin. Ji bo vê em projeyê bi alîkarî û tevkariya saziyên sivîl ên li ewropayê pêk tînin ku dema civan ji vir vegerin jî têkiliya wan a bi saziyan re qut nebe."
Bulbul destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê de par hezar û 500 zarok anîne Mêrdînê û bi saya vê zarokan ji nêz ve axa bav û kalên xwe dîtiye.