ŞANLIURFA
Li Sîwereka Şanliurfayê welatî ji bo ku bi ava kaniya Qerejdaxê ve çayê çêbikin, derdikevin çiya û li wir benda hev dimînin ku avê bînin.
Gelê Diyarbekirê û Rihayê di remezanê de ji bo ku bi ava kaniya Qerejdaxê ve çayê û xwarinê çêbikin, diçin li ber kaniyê û bîdonên xwe tijî ava berfa heliyayî dikin. Welatî bi vê avê ve di fitarê û paşîvê de çayê çêdikin.
- "Di Remezanê de zêdetir diçin avê bînin "
Musa Akartul ji nûçegihanê AAyê re got ku ew 40 kîlometre ji dûr ve hatiye û wiha axivî: "Çaya ku bi vê avê ve tê çêkirin, an jî xwarina ku bi vê avê ve tê kelandin pir bitehm e. Gel di remezanê de zêdetir tê li ser kaniyê."
Zubeyde Paşacikê jî got ku ava Qerejdaxê şêrîn û sartir e û wiha dewam kir: "Dema ku bi vê avê ve çay tê demkirin, tehma çayê xweştir e. Ji bo ava vexwarinê jî ev ji ava li malê baştir e. Ji ber wê em 4 û 5 rojan carekî tên û ji xwe re avê dibin."
Alî Akkayayê xwediyê bîrê jî got ku piştî nimêja esrê gel zêdetir tê û wiha axivî: "Dema mirov rojî ne, zêdetir qedrê avê dizanin. Ji bo ku him çayê çêbikin û him jî pê xwarina xwe bikelînin tên li vir û ji xwe re avê dibin."