06 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
ANKARA
Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) piştî ku ji herêma Sorana di bin kontrola DAEŞa rêxistina terorê de ye û roket jê avêtin Kilîsê, baregehên rêxistinê yên li wê derê ne dan ber bombeyan û 7 terorîst hatin kuştin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyê da û diyar kir hat tespîtkirin ku îro di saet dora 12.30î de ji herêma Sorana di bin kontrola DAEŞê de ye roket avêtin aliyê Kilîsê.
Hêzên ewlehiyê bi "ANTPQ-36" ve kozikên çek ên DAEŞyên li herêmê ne û herêmên jê roket hatine avêtin tespîtkirin.
Bi obus û roketavêjin li ser sînor hatibûn bicihkirin du kozikên çek ên DAEŞê hatin îmhakirin û li gor tespîtên ewil 7 terorîst jî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşa roketî ya ser Kilîsê hat kirin de mirî û birîndar tunene.