ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan rojnamevanên ji Hewlêrê yên di çarçoveya bernameya ku Kordînatoriya Dîplomasiya Kamuyê û Anadolu Agencyê (AA) bi hev re amade kirin de hatin Tirkiyeyê qebûl kir.
Civîn li Avahiya Navendê a Serokwezîriyê hat kirin. Di ziyaretê de Kordînatorê Dîplomasiya Kamuyê Cemalettîn Haşîmî û Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Weşanê yê AAyê Omer Ekşî jî beşdarî civînê bûn. Di destpêka ziyaretê de destûr dan ku nûçegihan dîmenan bigrin. Paşê civîn bi çapemeniyê re girtî dewam kir.