Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku ew êrîşên ser avahiyên HDPyê yên li Mêrsîn û Edenê hatin kirin şermezar dikin û wiha axivî: "Em wekî prensîb li dijî bûyerên bi vî şiklî ne. Heke êrîşê saziyeke siyasetê hatibe kirin bila bê zanîn ku ew wekî ku li hemberî hemû saziyên siyasetê hatiye kirin tê dîtin. Ev êrîşa ser demokrasiyê ye."
Akdogan li Pendîkê beşdarî merasima vebûnê ya Navendê Çandê ya Ehmedê Xanî bû û li vir axivî.
Akdogan got ku di sala 1994an de li Pendîkê midûrê çandê bû û wiha axivî: "Wê demê di destê me de derfet tunebûn. Lê hemd ji Xweda ra îro li hemû taxên herêmê navendê çandê, navendê malbatê hene. Şaredariya me ya Pendîkê li navçeyê navendên xweş û baş ên çandê vedike."
Akdogan got ku Tirkiye her diçe pêşdikeve û wiha dewam kir: "Di nav 12 salan de li Tirkiyeyê qadeke bi ewle û îstîqrar çêbû. Projeyên mezin tên çêkirin û sermayeyên mezin datînin. Welatên Ewropayê biçûk dibin lê Tirkiye mezin dibe."
Akdogan operasyona di 17ê kanûnê de hat kirin bibîrxist û destnîşan kir ku dixwazin pêşiya AK Partiyê bigrin û wiha xeberda: "Wan got 'partî yek bi yek nikarin pêşiya AK Partiyê bigrin, divê em hemû partiyan bînin bal hev, bikin yek'. Wan di serî de du partî anî bal hev di nav wan de îttifaq çêkir; lêbelê bi ser neketin. Niha dibêjin em partiyan bigihînin hev. Lê çi dikin bi ser nakevin. Niha hêviya wan HDP ye. Dibêjin heke HDP benda hilbijartinê derbas bike em ê karibin AK Partiyê têk bibin. Lê ew ê dîsa jî bi ser nekevin."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got divê ew li hemberî dek û dolaban baldar bin û wiha dewam kir: "Gel her tim lîstikê wan xirab kir. Înşallah dê di 7ê hezîranê de jî lîstikên wan xirab bike. Wan serî li her rêyê da. Êrîş kirin, sabotaj kirin gef li me xwarin..."
Akdogan got ku niha HDP destûrê dide wan ku ew HDPyê bikarbînin û wiha pê de çû: "Haya miletê me ji wan jî heye. HDP li dijî pêvajoyê sekinî niha ji we dipirsim, gelo ji AK Partiyê nebûya dê pêvajoya çareseriyê hebûya? Ma ew ê kê bida destpêkirin? Ma ew ê MHPyê an jî CHPya neteweperest bida dest pê kirin? Ev eşkere ye. Pêvajo bi saya AK Partiyê dest pê kir. Heke AK Partî bi ser bikeve dê pêvajo dewam bike, zagona bingehîn bê çêkirin û îstîqrara Tirkiyeyê dewam bike û Tirkiyeya nû bê avakirin."
Yalçin Akdogan got îro êrîş birin ser avahiyên HDPyê û wiha axivî: "Em wekî prensîb li dijî bûyerên bi vî şiklî ne. Heke êrîşê saziyeke siyasetê hatibe kirin bila bê zanîn ku ew wekî ku li hemberî hemû saziyên siyasetê hatiye kirin tê dîtin. Ev êrîşa ser demokrasiyê ye. Me êrîş şermezar kirin. Em ji HDPyê û yên di bûyerê de birîndar bûn re dibêjin derbasî be."