Tan pirsên nûçegihanî AAyê yên li ser HDPya ku nû hat avakirin bersîvandin.
Altan Tan damezirandina HDPê nirxand û got: "Bi xêr be, heta ji destê me bê em ê piştgiriyê bidin hevalên xwe."
Tan destnîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi partiyeke nû heye û wiha dewam kir:
MHP û CHP dev ji Kemalîzmê bernadin. AKP jî demokratê ji naylonê ye û demokrasî ji xwe re kiriye lîstik. Di sedsala 21emîn de sîyaseteke ku Tirkiyeyê peş de bibe lazim e. Pêdivî bi partiyeke ku misilman, demokrat û çepgirên Tirkiyeyê bîne cem hev heye. Ev partiya muxalif bi awayekî cidî dê muxalifê rejîmê be, piştre dê bervî desthilatdariyê ve bimeşe û bibe îqtidar.
Altan Tan pirsa "Hûnê derbasî HDPê bin? wiha bersivand: "Vê gavê tiştekî wisa nîne. 3 hevalên me derbas bûn, yên din li BDPê man. Divê BDP dîsa kurdên dîndar, lîberal di nav xwe de bigire. Pêşketina BDPê bi zorê, bi tayînkirinan û qalibên teng yên çepgiriyê ne mimkun e. BDPê ev ceriband. Di hilbijartinên parlementeran de pêşvebûneke wiha kir. Ev tiştekî rast bû. Divê ev pêşvebûn hê jî berfireh be.