ŞANLIURFA
Alîkara Şarêdarê Vîranşehîra Şanliûrfayê Suna Ulugturken, bi cil û bergên deverî çû kar.
Ulugturken li meqama xwe daxuyanî da nûçegîhanan û got: "Pîştî ku rêziknameya guherîna cil û bergên kesên ku li dezgeh û saziyên qamûyê dixebitin di rojnameya fermî de hat weşandin û ket rewacê îro hin parlementerên jin dê bi şarpeyên xwe herin meclîsê.
Ulugturken bilêv kir ku divê hemû kes bikaribe bi rihetî xwe îfade bike û wiha pêde çû: "Ez nêzî 3 sal e wezîfeya alîkariya serokê şaredariyê dikim. Ez berê bi pantor û çakêtê diçûm kar. Lê ez îro bi cil û bergên herêma me hatim Şaredariyê. Yên ez dîtim, eşîriyên min gelek ecibandin."
Ulugturken diyar kir, dema ku bi cil û bergên herêmî hat Şaredariyê, wezîfedarân jê wiha pirsîne "Birêz seroka me hûn ê herin dawetê, an bernameyeke we ya cuda heye?" Ulugturkenê got wezîfedarên me yên jin jî xwestin ku bi cil û bergên deverî werin kar.