ŞANLIÛRFA
Şanliûrfa di bin ewrên toz û dûmanê de ma. Welatiyên Şanliûrfayê ji ber toz û hewaya germ pir aciz bûn. Hat ragihandin ku li bajêr ji ber toz û dûmanê çav çavan nabîne. Welatiyên navçeyên Vîranşehîr, Harran, Suruç, Ceylanpinar û Akçakaleyê nikarin ji ber tozê karên xwe bikin.
Di vê navberê de pispor dibêjin ku bila zarok, extiyar û mirovên ku bêhna wan zû diçike dernekevin derve.