Wezîrê Karên Derva yê Hikûmeta 62yemîn Mevlut Çavuşoglu, serê hefteyê gotibû ku ji bo operasyonên dijî DAEŞê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de peyman hat çêkirin û mizakere hatin îmzekirin, artêşa tirk jî wê di demeke nêz da tevî operasyonan bibe.
Rayedarên tirk li ser têkoşîna ku wê bi Amerîkayê ra li dijî DAEŞê were dayîn, dibêjin ku "herêma ewle" ji bo ewlehiya sînorê Tirkiyeyê girîng e.
- Koordînatên herêmê
Ji Cerablûsa li ser Helebê heta navçeya Azezê nêzî du sal nîvan e ku di destê DAEŞê de ye. Xeta Azez û Cerablûsê di heman demê de armanca koalîsyona navneteweyî ye ku rêxistinê ji vir derxe.
Rêvebiriya Amerîkayê gotina "herêma ewledar" bi kar nayne. Li gor rayedarên Amerîkayê ev gotin wê berpirsiyariya siyasî, leşkerî û hiqûqî li ser milên wan bar bike, ji ber vê bi fikar in. Ji aliyekî din ve Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Peter Cook di civîna dawiyê ya çapemeniyê de digel pirsên ku jê hatin pirsîn, negot ku "herêma ewledar di rojevê an jî peymanê de tuneye".
Heke piştî operasyonên esmanî û bejahî milîtanênDAEŞê mecbûr bimînin û ji xeta Azez û Cerablûsê vekişin, "herêma ewledar" wê bixwe çêbibe.
Tirkiye û Amerîka dixwaze ku kontrola herêma ewledar di destê Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) û hêzên mixalefetê yên ne tundraw de be.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê kete sala pêncan û şidet û zexta DAEŞa rêxistina terorê li ser sûriyeyiyan didome. Dibêjin ku heke pevçûn gur bibin, gel wê koçî Tirkiyeyê bike.
Heke xeta Azez û Cerablûsê bibe herêma ewledar, ev der ji bo sûriyeyiyên ku koç dikin û direvin, wê bibe war.
Ev der wê ji bo sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê dimînin jî bibe firsend ku kesên hez bikin wê biçin vê herêma ewledar.
Heke mixalifên ne tundraw li herêma ewledar cih bigrin, sûriyeyî jî wê jiyanekê ava bikin, ev bi hev re têkildar e.
Heke mixalifên ne tundraw li herêmê bi cih bibin, çalak bibin, wê ji gelê sivîl re xizmetê bikin û alîkariya mirovahî wê hêsantir bigihêje vê herêmê.
- Herêm ji PYDê re qedexe ye
Herêma ku wê bibe herêma ewledar di hedefa PYDê de ye jî.
Ji bo ku PYDya şaxa PKKê ya Sûriyeyê Efrîn û Kobanê bigihîne hev û li wir bibe desthilat, divê Cerablûs û Azezê bi dest bixe.
Heke Cerablûs bikeve destê PYDê, wê ber bi Azezê herin. Hereketa Îslamî ya Ahraru'ş Şamê û mixalifên sûriyeyî ku ji komên ASAyê pêk hatine, gotibûn ku ew ê rêya navbera Azez û Helebê biparêzin. Heke PYD derbasî rojavayê Firatê bibe, rêya mixalifan tê birîn û mixalif nikarin bigihîjin sînorê Tirkiyeyê. Ji ber vê jî mixalif dijî vê yekê ne. Heke PYD êrîşî rêya alîkariyê bike, dibe ku mixalif bertekeke mezin bidin nîşan.
Rayedarên tirk gotibûn ku di şerê dijî DAEŞê de PYD ne hedef e, lê hişyarî dabûn ku "Cihê ku PYD îşxal dike, divê tirkmen û komên din ji warên wan neke".
Çavkaniyên dîplomatîk ragihandibûn ku li gor peymana ku bi Amerîkayê re hat kirin, PYD wê nekeve herêma ewledar.
- Hebûna tirkmenan jî girêdayî herêma ewledar e
Heke herêma ewledar li bakurê Sûriyeyê çêbibe, zextaDAEŞê ya li ser gundên tirkmenan û tehdîta PYDê wê were berterefkirin. Tirkmen li Sûriyeyê belawela bûne. Herî zêde li bakurê Rakkayê dijîn.
Meha çûyî PYDê Tel Abyada ku gundên tirkmenan lê ne ji DAEŞê standibû û paşê ji tikmenan re gotibû ku "herêmê biterikînin, heke hûn neterikînin, balafirên koalîsyonê wê êrîşa esmanî bikin" û bi şiklî dabûn zorê ku ew koç bikin.