Ji bo 30yê Tebaxê Cejna Serkeftinê û Roja Hêzên Çekdar ên Tirk li Anitkabîrê merasim hat lidarxistin.
Merasima ji bo 30ê Tebaxê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Dadgeha Bingehîn Zuhtu Arslan, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Alîkarên Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Yalçin Akdogan û Tugrul Turkeş, serokên saziyên darazê, endamên lijneya wezîran ya berwext, fermadarên leşkeriyê û rayedarên dewletê dest pê kir.
Serokomar Erdogan li Anitkabirê çelenk danî ser mozoleya Ataturk û piştî rêzgirtinê sirûda neteweyî hat xwendin.
Serokomar Erdogan û yên pê re derbasî Kuleya Misaki Milî bûn û Erdogan Deftera Taybet a Anitkabirê îmze kir, nivîsa ku tê da nivîsî xwend.
Serokomar Erdogan wiha got:
"Ataturkê ezîz;
Em îro gihîştin salvegera 93yemîn ya Serkeftina Mezin. Ji bo komara ku we emanetî me kiriye, em bi hemû hêz û hewla xwe dixebitin ku komar her tim payîdar bibe. Serkeftina Mezin di Şerê Rizgariyê da cihekî xwe yê girîng heye. Di vê serkeftinê de bi bawerî û îradeyê ve têkoşîneke dîrokî hat dayîn. Zatê we yê bi rûmet di serî de ez bi rehmet û minet mensûbên Meclisa Millet a Mezin û ji esker bigrin heta efseran hemû leşkeran bi bîr tînim.
Em îro jî têkoşînê didin ku Anadoluya warê me yê ebedî biparêzin. Tu hêza navxweyî û dereke ya ku qesta wan hebûna welatê me ye, wê zirarê nedin îstîklal û îstîkbala me. Xwedê cardin rehma xwe li hemû cangorî û xaziyên ku di şerê rizgariya Anadoluyê û avakirina dewleta me ya nû de têkoşîn da bike. Milletê me û hêzên ewlehiyê xwedî li emanetê te derdikeve.
Bila rihê te şa be."
Dema ku Serokomar Erdogan hat Anitkabîrê û ji vir çû, welatî pê şa bûn.