ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Em di van demên dawîn de dîsa dibînin ku di mijara pêşketina asayî ya Pêvajoya Çareseriyê atmosfereke erênî çêdibe û em ji vê yekê jî gelekî kêfxweş in."
Davutoglu beriya ku biçe Makedonyayê di civîna çapemeniyê ya ku li Balafirgeha Esenbogayê kir de axivî û berisva pirsên rojnamevanan da.
-Pêvajoya Çareseriyê
Ji Serokwezîr Davutolgu daxuyaniyên HDP û Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ên îro yên di çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê de pirsîn. Davutoglu li ser vê yekê wiha axivî: "Pêvajoya çareseriyê pêvajoyek wisa nîne ku nişka ve, di pêngavekê de, di rojekî de bigihêje encamê. Lê belê pevajoyeke wisa ye ku dema bi biryarî pêş bikevin, bi rastî jî ji merhaleyên gelek cidî derbas dibe û ji aliyê pirsgirêkên ku di rabirdûyê de derdiketin de, em ji aqstengiyên girîng derbas bûne."
Davutoglu diyar kir ku Pêvajoya Çareseriyê wekî projeyeke yekîtî û bihevrebûna neteweyî ya ku welatiyên ku ji aliyê dîrokî û siyasî ve bi sedan sal bi hev re jiyane ji welatîtiyeke hevpar sûd wergirin, tê nirxandin.
Davuoglu xebatên ku di vê çarçoveyê de hatin kirin bi bîr xist û got ku "Hikûmeta me tu carî der barê Pêvajoya Çareseriyê de neketiye nav tevgereke dudilî."
Davutoglu destnîşan kir ku derbeya herî mezin a ku li Pêvajoya Çareseriyê ket bûyerên 6-7ê cotmehê bûn û qal kir ku ji ber vê yekê şeht li jêbaweriya dû alî ket.
Davutoglu got ku di mijarên ku gel hewcedar e de hikûmet çi hewce dike dê bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî geşedan û tecrûbeyên neyînî em di van demên dawîn de dîsa dibînin ku di mijara pêşketina asayî ya Pêvajoya Çareseriyê atmosfereke erênî çêdibe û em ji vê yekê jî gelekî kêfxweş in. Mijarên ku îro li ser xebat tên kirin, der barê pêngavên ku dê ji niha pê ve bên avêtin de ne."
-"Pêvajo di çarçoveya rêgeza dewleta unîter de tê kirin"
Davutoglu da zanîn ku Pêvajoya Çareseriyê pêvajoyeke ku bi mantiqa muzakereyên yek alî tê kirin nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Pêvajoya ku vir tê kirin ji aliyê bingehê ve hemû gelê me ji rojhilat, ji rojava, başûr û bakur dihewîne ye. Ji ber wî Lijneya Mirovên Aqilmend li her derê Tirkiyeyê xebitî. Hevdîtina ku îro Arîkarê Seorkwezîrê me kir jî wekî aliyekî vê xebata berfireh e. Îro wir jî di mijara şêwaz û rêbazê de atmosfereke erênî hebû. Em dê di mijara pêngavên ku dê ji niha pê ve bên avêtin de jî her dem giraniya xwe bidin li ser xebatên ku tên kirin. Em ji bo ku demildest jê encamek derkeve dê hewl bidin."
Davutoglu der barê xweseriyê de jî wiha axivî: "Me berê niha jî çendî caran di daxuyaniyê xwe de eşkere kir ku ev pêvajo hemû di çarçoveya rêgeza dewleta unîter de tê kirin. Lê belê her kes jî dizane ku hikûmeta me di serî de Qanûna Şaredariyên Mezin, çawa girîngî dide mijarên birêvebiriyên herêmî û belavbûna birêvebiriyên herêmî, di vê çarçoveyê de pêngavên çawa diavêje. Rast nîne ku ev mijar li ber raya giştî di tewereyekê xelet de bên nîqaşkirin. Lê di esliya xwe de em dikarin bibêjin ku Pêvajoya Çareseriyê di nav mantiqa xwe de pêş dikeve û di vê asta ku em gihiştinê de rêbaz û şêwaz, em di merhaleyên ji niha pê de jî di nav atomsfereke pozîtîf de ne."
-Taloqkiirna dengdayîna Dîwana bilind
Komîsyona Lêpirsînê ya Meclisê ya ku der barê çar wezîran de hat avakirin, Dengdayîna Dîvana Bilind taloqê 5ê Kanûna Paşîn roja duşemê kir. Rojnamevanekî pirsa vê yekê û helwesta muxalefetê ya wekî "Me xwest ku her çar wezîr biçin Dîwana Bilind" kir. Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê vê yekê de got ku "Her kes divê di mijara xebata Komîsyona Lêpirsînê de û xebata girêdayî hiqûq û teamûlê de baldar be. Vir pêvajoyeke ku di nav mantiqa xwe de bi awayekî gelek objektîf tê kirin, heye. Her kes divê rêz bigire ku ev pêvajo ji niha pê ve jî di nav komîsyon lêpirsînê bi xwe de di çarçoveya prensîbên objektîf ên hiqûqê de berdewam bike. Spekulasyonên nehewcedar an jî daxuyaniyên bêwext ên di vê mijarê de tên dayîn, rast nînin. Em bihêlin bila Komîsyona Lêpirsînê xebata xwe bi xwe temam bike. Heke Komîsyona Lêpirsînê biryareke taloqkirinê dabe, ev teqez der barê pêvajoyeke teknîk a wan de ye. Di vê çarçoveyê de divê ji her cure daxuyaniyên ku der barê mîsyona komîsyonê û xebitîna Komîsyona Lêpirsînê de dibe sedemê gumanan, neyên dayîn."
-Biryara girtinê ya der barê Gulen de
Rojnamevabekî din pêvajoya piştî ku der barê Fethûllah Gulen de di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina paralel" de biryara girtinê hat derxistin pirsî û got ku "Heke DYA li gor hiq'uqa xwe ya navxweyî Gulen teslîm neke, plana Tirkiyeyê çi ye. Gelo di vê mijarê de tu xebat an jî fikreke hikûmetê heye an ne?" Davutoglu li ser vê pirsê wiha axivî:
"Li Tirkiyeyê ji aliyê xebata pêvajoya hiqûqê de ji bo tu kesî helwesteke pozîtîf an jî negatîf a ciyawaz nayê nîşandan. Îmtiyaza tu kesê jî tune. Ango ji bo welatiyek ji rêzê bi kîjan mûameleyan pêvajoya hiqûqê tê birêvebirin û pêvajoya hiqûqî bandoreke çawa li welatiyek ji rêzê dike û kîjan pêngav tên avêtin dê ji bo Fethûllah Gulen jî heman mûamele bê kirin. Li holê biryareke dadgehê heye, der barê pêngavên ku dê çarçoveya vê yekê de bên avêtin de jî pêwistiyên hiqûqî yên gelekî ber bi çav hene. Ev dê bên kirin. Tu kes di nav dewleta hiqûqê de xwedî îmtiyaz nîne. Ji bo tu kesî bi nêrîna îmtiyazeke wiha nayê kirin. Pêvajoya hiqûqî çi hewce bike dê ew pêngav kengî û çawa hewce bike wisa bên avêtin."
news_share_descriptionsubscription_contact
