TBMM
Komîsyona Lêpirsînê ya Meclisê dengdayîna Dîwana Bilind a der barê çar wezîrên berê de taloqê 5ê Kanûna Paşîn roja duşemê kir.
Serokê Komîsyonê Hakki Koylu piştî civînê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku ji bilî Erdogan Bayraktar sê wezîrên din îtirazî rapora MASAKê ya der barê mal û milkên wezîrên berê de kir û got ku yek ji van hewceyê lêkolînê ye.
Koylu da zanîn ku civînê taloqê ê Kanûna Paşîn roja duşemê kirin û da zanîn ku dê raporê heta şeva 9ê kanûna paşîn bidin Serokatiya TBMMyê û li ser pirsa "Gelo dibe ji nû ve bangî wezîran bê kirin?" got ku "Na nabe, em piştî wê rojê nikarin tiştek din bikin. Ji bo kirina tiştekî din wext namîne."
Koylu li ser pirsa "Piştî ku li ser raporê sekinîn dibe ku dengdayînê de guherîn çêbin?" got ku "Nizanim. Tiştekî radike jorê, tiştekî dadixîne jêrê. Ez nikarim di wê miajrê de tiştekî bibêjim."
Koylu li ser pirsa "Gelo we bi Serokwezîr re hevdîtin kir?" wiha bersivand: "Na min bi tu kesî re xeber neda" û pirsa "Hûn li ser telefonê axivîn gelo?" jî wiha axivî: "Min niha bi malê re xeber da. Vir nakêşe, min ji bîr kiriye ku me Jammer xistiyê."