ANKARA
Azra Karaduman hê 14 rojî bû li navçeya Ercîşê mala bapîrê xwe di erdheja Wanê ya ku lerza wê 7.2 bû û 23ê cotmeha 2011an de pêk hat 47 saetan di bin enqazê de ma. Azra mezin bû, niha bi dayika xwe Semîha, dapîra xwe Gûlsade, kalikê xwe Ahmet û apê xwe Îsmaîl Karaduman ve li Sîvasê dijî. Bi pêlîstokên xwe ve dileyîze, fîlmên karton temaşe dike, wêneyan çêdike.
Rojbûna Azrayê ya 2 saliyê di 10ê cotmehê de hat pîrozkirin. Piştî ku bavê Azrayê Sînan di erdhejê de mir malbata Karaduman kete nav şîn û girînê. Lê malbat bi Azrayê ve hewl dide ku êşên xwe jibîr bike.