ANKARA
Serokê Giştî yê Komeleya Ziraetkaran a Tirkiyeyê (KZT) Îbrahîm Yetkîn diyar kir ku di Cejna Qurbanê de li gor sala ku çû zêdetir heywan hatin serjêkirin û di cejnê de bi 5 milyar û nîv lîreyî jî qurban hatin firotin.
Serokê KZTê Yetkîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku îsal di Cejna Qurbanê de tengasiya heywanan tunebû û îsal bihayê qurbanan jî hema hema wekî sala berê bû.
Yetkîn got ku li gor agahiyên ku ji nûner û berpirsyarên sektorê û Saziya Şîr û Goşt hat hildan, îsal li gor sala ku çû zêdetir qurban hatin serjêkirin û wiha axivî:
"Îsal li meydanan hema bêje roja ewil qurban neman. Firotina qurbanan ji sedî 10 zêde bûye. Piranî jî di firotina pêz de zêdebûn heye. Sala ku çû di Cejna Qurbanê de 785 hezar û 134 heb dewar û milyonek û 976 hezar jî pez hatibû serjêkirin. Îsal jî 850 hezar dewar û 2 milyon û 200 hezar heb jî pez hat serjêkirin. Li gor van agahiyan di cejnê de bi qasî 5 milyar û nîv lîreyî qurban hatin firotin."