05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 06 Mijdar 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat bal hev.
Ebadî ji bo ku di cî de "Rizgarkirina Mûsilê ji destê DEAŞê" ya ku artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge di 17ê cotmehê de dan destpêkirin bişopîne bajaroka Bertîllayê ya Mûsilê ya ku demek kurt beriya niha ji DEAŞê hat rizgarkirin ziyaret kir.
Ebadî û heyeta pê re pişt re bi awayekî surprîz hat Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û bi Barzanî re hevdîtin kir. Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin de Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî, Misteşarê Encumena Asayişa HKIyê Mesrûr Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya HKIyê Fûad Husên jî beşdarî civînê bûn.
Husên der heqê hûrguliyên di navbera Barzanî û Ebadî de civîna çapemeniyê li dar xist û wiha axivî:
"Di hevdîtina Barzanî û Ebadî de li ser boçûna operasyona rizgarkirina Mûsilê, serkeftinên ku dijî DEAŞê tên bidestxistin û rewşa Mûsilê ya piştî DEAŞê sekinîn. Di heman demê de li ser pevçûnên giran û mijara vegera herêmên xwe yên penaberên ku ji ber êrîşên terorê malên xwe terikandin hûr bûn. Di civînê de li ser mijara ji bo ku penaberên navborî vegerin malên ku xirabûne ji nû ve bên avakirin sekinîn. Madeyên esas ên hevdîtinê ev bûn."
Fûad Husên qala nêrînên Ebadî yên di dema civînê de yên der heqê ka dê Mûsil kengî paş ve bê sitandin jî kir û got ku "Serokwezîr Ebadî got ku serkeftinên ku li herêmên hawirdora Mûsilê di demek kurt de hatin bidestxistin heman awayî dê li navenda bajêr jî bê bidestxistin."
Husên di mijara gelo dê hêzên pêşmerge ji bo piştgiriya artêşa Iraqê bikeve navenda bajêr an an de wiha axivî: "Li gor plana eskerî dê hêzên pêşmerge nekevin navenda bajarê Mûsilê."
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji ber firotina neftê û birîna budceyê qeyranên malî derketibûn û têkiliyên dualî ketibûn rewşeke gelekî xirab lê belê beriya destpêka operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûsilê Barzanî di 29ê îlonê de Bexda ziyaret kir û dilsarî kêm bibû.
Demildest piştî serdana Barzanî ya Bexdayê artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan eşkere kiribûn ku dê di operasyona Mûsilê de hevpar tevbigerin.