05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas dibû teqemeniya ku terorîstên PKKyî li kêleka rê veşartibû hat teqandin, di encama teqînê de 3 polês tehl bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin terorîstên PKKyî li derketina rêya Diyarbekirê teqemeniya ku li kêleka rê veşartibûn dema ku wesayîta polêsan a bzirx derbas dibû teqandin.
Ji ber teqînê di rê de çal çêbû û 3 polêsên di wesayîta bizirx de tehl bûn. Polêsên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.
Ji bo girtina terorîstên ku piştî êrîşê revyan operasyon dan destpêkirin.