DIYARBAKIR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî li otêla ku lê dima ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan xatir xwest û paşê Erdogan dewetî Erbîlê kir.
Barzanî ji bo vexwendina xwe ya Diyarbakirê ji Serokwezîr Erdogan re sipasiyên xwe pêşkêş kir û Serokwezîr Erdogan dewetî Erbîlê kir.
Serokwezîr jî li ser vê dewetê ji Erbîlê re silavên xwe şand. Serokwezîr û Şivan Perwer jî demekê sohbet kirin û paşê Serokwezîr ji bo serdana navçeyan ji otêlê cû.