BDPyê li ser navê Meclisên Jinan daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku, di mijara beşdarbûna bihevrejiyîn û demokratîk a jinan di hilbijartinên herêmî û giştî de ji bo wan tiştekî taybet e. Jin divê rêvebiriyê de bi awayekî çalak cih bigrin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo Şaredariya Diyarbekir a Mezin, Lice, Egîl, Bismîl, Baglar, Sîlvan, Edremît (Van), Ercîş (Van), Îpekyol (Van), Ozalp (Van), Hakkarî, Yûksekova, Nûsaybîn, Dêrik, Mazidagi, Cîzre, Uludere, Varto, Bulanik, Diyadîn, Mazgîrt (Dêrsim), Ceylanpinar û Pazarcikê dê kotaya jinan vekin. Cihên ku kota tunebe jî jin dê bikaribin bibin berendam. Ji bo jinan û namzetên astengdar dê pereyê serîlêdanê neyê stendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji ber ku betlaneya cejnê hebû û hevalên me yên jin daxwazeke zêde kirin, me gotibû ku serîlêdan heta 25ê cotmeha 2013an e. Lê bi tenê cihên ku kotaya jinan heye serîlêdan heta 30ê cotmeha 2013an hatiye dirêjkirin. Em bang dikin ku hemû hevalên me yên jin ji bo beşdarbûna siyasetê ya ku di mijara azadiya jinan de gelekî girîng e bila bi xwe bawer bikin û serî lê bidin ku di rêvebiriya herêmî de rola jinê derxin pêş."