Erdheja ku di 23ê cotmeha 2011an de qewimî bû, navçeya Ercîşê serî de, gelek kes çûbûn rehmetê û bi hezaran welatî jî birindar bibûn.
Qeymeqamê Ercîşê Barbaros Baran, Serokê Şaredariyê Zûlfîkar Arapoglu, Midûrê Ewlehiyê Celalettîn Bîlîk, Miftûyê Ercîşê Ziya Albayrak û welatî tevî mewlûdê bûn û qerenfîl danîn ser goran.
Xwendekarên Lîseya Karakoyunlu ya Ercîşê jî ji bo bîranîna mamosteyên di erdhejê de çûn rehmetê meşek li dar xistin.
Di aliyî din de teşkîlata BDPê ya Ercîşê û parlementerê BDPê yê Vanê Ozdal Uçer jî goristan ziyaret kirin û qerenfîl danîn ser tirban.