ANKARA
Şîrketên ku sotemeniyê difiroşin diyar kirin ku lîtreya benzînê ji îro pê ve 12 quriş zêde bûye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, piştî vê zemê, bihayê litreya benzîna 95 oktan ku li Enqere û Îzmirê bi 4,96 lîreyan dihat firotin derket 5,08-5,09 lîreyan. Benzîna 95 oktan a ku li Stenbolê bi 4,95-4,96 lîreyî dihat firotin bi vê zemê ji niha pê ve dê bi 5,07-5,08 lîreyî bê firotin.
Bihayê hilberên sotemeniyê ji ber şert û mercên şirketan û rewşa bajaran dibe ku di lîtreyê de 2-3 qurişan biguhere.