Leyla Kaymaz
01 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Hezîran 2023
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, bi qanîkirinê 2 mensûbên PKKya rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Hat gotin ku ji mensûbên rêxistinê yên teslîm bûn, malbata yekî li Diyarbekirê di nava malbatên ku nobeta ewladan digirin da ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin, di 2023yan da jimara mensûbên rêxistinê yên ku bi qanîkirinê teslîm bûn, derketin 43yan, ji dayikên Diyarbekirê jimara malabatên ku gihîştin ewladên xwe jî derket 42yan.