Midurê Şaxa Ewlehiyê yê Miduryeta Ewlehiya Şirnakê Mûrat Çetîner, bi tazmînata ku ji Parlamentera BDPê ya Îstanbûlê Sebahat Tûncel qazanc kir, ji şagirtan re diyarî sitand û belav kir.
Lİ Silopiye di newroza 2011an de di nav Parlamentera BDPê Sebahat Tûncel û Midurê Şaxa Ewlehiyê Mûrat Çetîner de munaqaşa derketibû û di encamê de Tûncer sîle avêtibû Çetîner. Çetîner jî li Tûncer doz vekiribû. Çetîner, di dozê de bi ser ket û bi tazmînatê ji xwendekaran re amûrên perwerdeyê sitand û li wan belav kir.
Çetîner da zanîn ku doza di Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Silopiyê vekiribû de bi ser ket û tevî faîzê ve 36 hezar û 720 lîre tazmînat qezenc kir.
Çetîner wiha got: "Divê ev bûyer pêk nehata. Lê qewimî, wek hûn jî zanin welatê me dewleta hiqûqê ye. Me jî ji bo biryardayînê mijar radestî parezeran kir. Min doza tazmînatê vekiribû, bi ser ketim. Min pere ji bo perwerdeya xwendekarên Şirnakê xerc kir."