SAKARYA
Serokê Federasyona Nanpêjên Tirkiyeyê Xelîl Îbrahîm Balci der heqê îdiayên zêdebûna bihayê nan de got: "Nanpêjên me yên Stenbolê xwestin em bihayê nan zêde bikin lê em nikarin vê daxwazê qebûl bikin. Li Stenbolê zem nayê ser bihayê nan. Vê gavê tu kes nikare nan ji bihayê ezamî zêdetir bifroşe.
Balci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji bo ku bihayê ar zêde nebe yê bi Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê û nûnerên sektorên din re bixebitin.
Balcı bal kişand ku di navbera meh û nîvekê de bihayê ar zehf zêde bûye û wiha axivî: "Xêncî zêdebûna bihayê ar mesrefên nanpêjan jî zêde bûn. Em li ser vê mijarê bi Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker re axivîn. Me ji wî re got ku ji bo ku bihayê nan zêde nebe mudaxile hewce dike û wan jî li ser vê xebat dan destpêkirinê."
Balci diyar kir ku heta mehek berê telîsek ar bi 53 lîreyî dikirîn lê belê telîsek ar niha bûye 63 lîreyî.