MALATYA
Şaredariya Darendeya Malatyayê roja ewil 2 hezar, roja dudan jî 3 hezar 200 nanên ku anîbûn di demeke kin de firotin. Di roja 3yem û 4em de jî nanê ku şaredariyê firot, eleqeyeke mezin dît.
Alî Semîz ji bo xebatkarên xwe yên di baxçeyên mişmişan de dixebitin, 60 nanî distîne. Semîz got ku xizmeta şaredariyê ji bo kesên ku wek wî zêde nan distînin avantajeke mezin e.
Lê nanpêj ji nanfirotina şaredariyê gilîdar in. Ji van nanpêjan Salîh Ekîcî şaredarê Darendeyê rexne kir û got ku pêşniyara min ew e ku bila şaredar jî dev ji mehaniya xwe ber de, em ê jî nan bi bihayekî kêm bifroşin.