Fakulteya Îlahiyatê Zanîngeha Dîcleyê (ZD) biryarên ku li "Dadgeha Amîdê" ya li "Eyaleta Diyarbekir"ê ya di heyama osmaniyan de yên ku di sedsalên 17emîn û 21emîn de hatin dayîn, deşîfre dike.
Bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê û Kordînatoriya Projeyên Lêkolînên Zanistî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUBAP) wergera tirkî û nirxandina sicîlên şer'iyeyê yên di navbera sedsalên 17emîn û 21emîn de tên kirin.
Xebat ji bo ku dîroka siyasî, îdarî û civakî ya Dewleta Osmaniyan bi awayekî baş derxînin holê tê kirin. Tê payîn ku xebat ji bo gelek qadên zanistê yên wekî dîrok, hiqûq û sosyolojiyê bibe çavkaniyeke gelekî girîng û jêbawer.
Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Abdulkerîm Unalan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser sicîlên şer'iyeyê lêkolîn tên kirin û wan derdixîn holê û ev yek jî gelekî girîng e. Unalan destnîşan kir ji ber ku der barê hiqûqa berê de hin nêrînên ku di navbera wan de nakokî hene, ji ber wê yekê sicîlên şer'iyeyê tekane çavkaniya ku dê rastiyê tespît bike ne.
Unalan qal kir ku xebatên transkripsiyonê ji bo kesên ku xebatên akademîk dikin çavkaniyên girîng in û got wisa bawer dikin ku ev xebat heta niha li Diyarbekirê yek ji projeyên herî mezin û kêrhatî yên ku di qada civakî de hatiye kirin e. Unalan diyar kir ku ji vê xebatên sûd hat wergirtin û hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt gelek xebatên wekî gotar, pirtûk û tezê hatin kirin.
Unalan destnîşan kir ku digel sicîlên şer'iyeyê werger û nirxandina Defterên Ahkamê yên Dîwanê Humayûn ên der barê Diyarbekir de jî kirin, tevahiya sicîlên şer'iyyeyê û defterên Ahkamê 36 hezar û 929 rûpel girtin. Unalan da zanîn ku bi qasî 2 salan de deşîfreya temamiye defterên Ahkamê hat kirin û deşîfreya sicîlên şer'iyeyê yên sedalên 17emîn û 18emîn hatin kirin, dest bi lêkolîna belgeyên aidê sedsala 19emîn jî kirin.
Unalan wiha axivî: "Ji sicîlan 15 cîlt ji bo çapê amade ye. Ji vana 3 heb hatin çapkirin, cîldên 4emîn û 5emîn jî di merhaleya çapê de ne. Em difikirin ku cîldên ku çapên wan hatin kirin biavêjin înternetê."
- "Tenê Xwedê û mexdûr dikariya efû bike"
Unalan got ku xebatê bi komîsyona ku ji hiqûqnasên îslamê û dîroknasan pêk tê dikin û bi vê xebatê gihîştin çavkaniyên girîng ên ku dê ji bo jiyana îlmî, zanyar û lêkolîneran bibe çavkanî. Unalan got ku mijarên ku di roja me de girîng nayên dîtin hêj wê çaxê hatine qeydkirin. Unalan da zanîn ku xebat gelekî bimeşaqet bû û ji her belgeyên ku wê heyamê bi lez û tevîhev hatine nivîsandin, 3-4 rûpel derdikeve.
-"Berdêla xwînê 100 deve an jî 200 dewar in"
Unalan destnîşan kir ku di hiqûqa îslamê de ceza gelekî giran in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di hiqûqa îslamê de ceza gelekî giran bûn. Yek çavê yekî derxîne cezaya vê yekê 50 deve, 100 an jî 500 zêr; cezaya pozjêkirinê jî 100 deve bûn. Di rewşên ku ji bo qisasê astengî hebû cezayên malî dihatin dayîn, kiryar wek berdêla xwînê 100 deve an jî 200 dewar didan, di kuştinên kiryarnediyar de jî dema ku kiryar nedihat dîtin, dewletê ev berdêl dida. Armanca cezayên malî ew bû ku mexdûriyetê ji holê rake. Hiqûqa îslamê mexdûr difikiriyan. Kesekî ku destê wî dihat jêkirin ji ber ku dê nekariya ku bixebite, ji bo ku mexdûriyeta wî ji holê rakin û bi qasî ku debara xwe bike dahata wî çêbe, cezayên malê didan kiryar. Ji ber vê yekê ceza zehf pêximeker bûn."