05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima mezûniyetê ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê da axivî û wiha got:
"Van rojan hin kes dîsa der heqê min da nîqaşek dan destpêkirin û dibêjin 'dîploma wî heye, tuneye. Dibistana ku ez lê qeyd bûm, min lê xwend û lê mezûn bûm, li holê ye, hevalên min ên polê li holê ne. Her wiha rêvebiriya zanîngehê daxuyaniya fermî da. Digel van hemûyan hinek bi israrî li ser vê meselê disekinin. Hûn dikin bikin, ker disekite palanê wê dimîne, mirov dimire berhema wî dimîne. Em bi berheman va li holê ne."
Erdogan got: "Îro li Tirkiyê êdî di siyaset, burokrasî û bazirganiyê da ya girîng ne ew e ku tu mensûbê kîjan grûbeke bi nav û deng î, ya girîng ew e ku te çi daye ser çi ye. Kê xwe baş perwerde kiribe û qabîliyeta wî hebe, her derî li ber wî heta dawiyê vedibin."
Serokomar erdogan qala birîna pêşiya îmam xetîban ki û wiha dewam kir: "Ji bo ku pêşî li ber dibistanên Îmam xetîbê bigrin, sîstema perwerdeya pîşeyî ya welatê me, felç kirin. Îro hê pêdiviya elemanên perwerdekirî heye, ev jî rûyê têkibirina perwerdeya pîşeyî ye ku di 28ê sibatê da qewimî. Ji bo astengiyên li ber îmam xetîb û lîseyên pîşeyan hatin rakirin, hemd ji Xwedê ra qalîteya perwerdeya van dibistanan her ku diçe zêdetir dibe. Fakulteyên Îlahiyatê ji aliyê xebatên akademîk va hem ji aliyê qalîteya xwendekaran va her sal pêş dikeve. Bila tu fikara we tunebe her ku here pêş bikeve."
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Hêviya min ji we ew e ku, we li ku derê wezîfe kir, hûn nifşa Asim perwerde bikin. Em ji bo pêşketina Tirkiyê ya maddî şev û roj dixebitin, em ê bixebitin, lê divê hûn jî ji bo pêşketina manewî hewl bidin. Em ji mînakên bê hed û hesab ên li dinyayê dizanin ku pêşketina maddî û manewî bi hev ra çênebe, demek şûnda ew pêşketin dibe sedema felaketa civatan. Ji ber wê divê em bi taybetî li ser çar tiştan bisekinin, em vê fêrî ciwanan bikin. Ya yekê divê em ji aliyê îtiqadê va xurt bibin, ya duyê ji aliyê îbadetê va, di îbadetê da mixabin kêmasî hene, zehf zêde jî kêmasî heye. Divê ev kêmasî temam bibe. Ya sisêyan exlaq... Ez bawer dikim ku îmam xetîb, îlahiyat wê ji bo xwendekarên xwe bibe abîdeya exlaq. Ya çaran muamelat e. Li vê derê jî mînak e. Fetihkirina dilan ji fetihkirina bajar û welatan jî girîngtir e. Ez bawer dikim ku hûnê vê jî bikin."