Berdevêkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Ji bo Serokatiya Sererkaniyê Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hulusî Akar, ji bo Fermandariya Hêzên Bejayî Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Salîh Zekî Çolak, ji bo Fermandariya Hêzên Hewayî Fermandarê Parastina Fuze û Hêzên Hewayî yên Şer Orgeneral Abîdîn Unal, ji bo Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Galîp Mendî hatin tayînkirin."
Kalin di civîna ku li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin de biryarên Şûreya Leşkerî ya Bilind (ŞLB) eşkere kir.
Kalin diyar kir ku rutbeya mîralay, general û amiralan hat bilindkirin, dema wezîfeya general û amiralan hat dirêjkirin, der barê karên teqawidbûnê û mijarên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê eleqedar dikin hat axaftin û biryar hat dayîn.
Kalin destnîşan kir ku biryarên ku di ŞLByê da hatin hildan bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatin tesdîqkirin û ji 30yê tebaxa 2015an pê da ewê di rewacê de be.
Kalin got ku mîralay, general û amiralên ku rutbeya wan hat bilindkirin, general û amiralên ku dema wezîfeya wan hati dirêjkirin ji gelê me, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û malbata wan re bi xêr be. Kalin spasiya xwe ji kesên fedakar ên ku dema wezîfeya xwe tijî kirin û di 30yê tebaxê de ew ê teqawid bibin re jî pêşkeş kir.
Kalin ji Orgeneral Necdet Ozelê ku di Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de demeke dirêj wezîfe kir re jî bi taybetî sipas kir û ji bo jiyana wî ya ji vir şûn de jî serkeftîbûn temenî kir.
Kalinê Berdevkê Serokomariyê wiha pê de çû:
"Li gor biryarên ku hatin dayîn Ji bo Serokatiya Sererkaniyê Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hulusî Akar, ji bo Fermandariya Hêzên Bejayî Fermandarê Artêşa 1mîn Orgeneral Salîh Zekî Çolak hatin tayînkirin. Wezîfeya Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Recep Bulent Bostanoglu ji bo salekê hat dirêjkirin. Ji bo Fermandariya Hêzên Hewayî Fermandarê Parastina Fuze û Hêzên Hewayî yên Şer Orgeneral Abîdîn Unal, ji bo Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Galîp Mendî, Ji bo Endamtiya ŞLByê Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Akin Ozturk, ji bo Fermandariya Artêşa 1emîn Fermandarê Artêşa 3yemîn Orgeneral Umît Dundar, ji bo Fermandariya Artêşa Egeyê Fermandarê Akademiyên Herbê Orgeneral Abdullah Recep, ji bo Fermandariya Artêşa 3yemîn Fermandarê Hêzên Aştiyê yên Qibrisê Korgeneral Îsmaîl Serdar Savaşê ku di 30 tebaxê de yê bibe Orgeneral hatin tayînkirin. Serokê Qurmay ê Hêzên Bejayî Korgeneral Îhsan Uyar bi rutbeya Orgneraliyê ve û Fermandarê Donanmayê Koramîral Veysel Kosele jî bi rutbeya Oramîraliyê ve heman wezîfeyên xwe bidomînin."
Kalin destnîşan kir ku biryarên din ên ku hatin hildan jî ew ê bi destê Sererkaniyê bên eşkerekirin, kesên ku hatin tayînkirin ji bo artêş, milet û welêt bi xêr bin.
Rojnemevanekî ji kalin pirsî ku daxuyanî derengî ket gelo sedemeke vê heye an tuneye? li ser vê Kalin wiha got: "Tu hinceteke vê tune, ev prosedureke normal e. Serkomarê me hevdîtinên xwe temam kir, me jî daxuyaniya xwe da."