Serdozgeriya Komarê ya Şanliûrfayê li ser gotinên "Me pişta xwe daye YPJê, YPGê û PYDyê" der barê Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê de ji bo destnedayina wê rabibe fezleke hat amadekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Şanliûrfayê li ser gotinên Yuksekdagê ku di 19 tîrmehê de li Sirûcê der barê Kobanê de gotibû "Me pişta xwe daye YPJê, YPGê û PYDyê. Di van gotinên ku em dibêjin û diparêzin de jî tu mehzûr tune." dest bi lêpirsînê kir û fezleke amade kir.
Di fezlekeyê de li ser xala 83yemîn a Makezagonê hat xwestin ku ji bo Yuksekdagê "Destnedayîn Bêrakirin" û hat ragihandin ku Yuksekdagê di axaftina xwe de propagandaya rêxistina terorê kirî.
Fezleke ji bo bidin Serokatiya TBMMyê şandin Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê.