Piştî ku Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Licê biryara destdanînê da cendirme çûn gundê Yolçatiyê.
Koma ku nehişt hêzên ewlehiyê têkevin qada ku peyker lê ye, bi kevir, dar û fişekan ve êrîş kir û li ser vê cendirmeyan bi xazê midaxeleyî komê kir.
Hin kesên di komê de gule berdan hêzên ewlehiyê û pevçûn derket û bûyer mezin bû. Di bûyeran de Mehdî Taşkin (24) birîndar bû. Taşkinê ku di bûyerê de birîndar bû, li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê mir. Di bûyeran de 2 kesên ku nasnameya hê ne diyar e jî bîrndar bûn. Hat destnîşankirin ku rewşa kesekî giran e.