14 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2020
Lêkolîna balîstîkê ya çekên terorîstên ku di operasyonên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Qersê yên 3yê Mijdara 2019an û 29ê Nîsana 2020an ên li qada Çemçe Madur da hatin berterefkirin, 4 bûyer ronî kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê wergirt, di operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da li aliyekî terorîst tên berterefkirin, li aliyekî din jî lêkolînên li ser çek û muhîmatan, çalakiyên xwînî yên xaînan derdixin holê.
Lêkolîna balîstîkê ya çekên terorîstên ku di operasyonên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Qersê yên 3yê Mijdara 2019an û 29ê Nîsana 2020an ên li qada Çemçe Madur da hatin berterefkirin, temam bû.
Derket holê ku terorîstan 20ê Mijdara 2014an li Tekmana navçeya Erziromê li Taxa Haci Omerê Mustafa Bingolê 76 salî, 6ê Tîrmeha 2015an li Bulanixa navçeya Mûşê li Taxa Esed Tepeyê bavê 4 zarokan Veysel Çali û 22yê Hezîrana 2019an jî li Qaqizmana navçeya Qersê Silêman Gulderenê 53 salî ku li tanga Kirkpinara gundê Yankipinarê li ber pez bû, kuştin.
Her wisa hat tesbîtkirin ku xaînan bi çekên navborî 4ê Tebaxa 2015an êrîşî yekîneya xala kontrola rêya gundên Şirnexê Geçitboyu û Balverenê kirin ku di encamê da esker Kadir Ekpinar û gundparêz Hasan Akyol birîndar bûbûn, Çawişê Pispor ê Cendirme Mehmet Acar û esker Abdulkadir Paktaş şehîd bûbûn.