Mesut Varol
27 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Bi xebatên hevkar yên Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtiya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê Girava Axdamarê ya li ser Behra Wanê hat ronîkirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê da hat diyarkirin li cî û warên dîrokî yên bajêr xebat didomin.
Hat diyarkirin di çarçoveya xebatan da Girava Axdamarê û dêra dîrokî ya li giravê hatine ronîkirin.
Li girava ku geştiyarên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşan didin bi saya Santrala Vejena Tavê wê bi şev jî ronî be.