Civîna ewlehiyê ya ku di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de civiya, xilas bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hatin girtin, civîna ku li Serokwezîrtiyê hat kirin bi qasî 3 saetan berdewam kir.
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hûlîsî Akar, Fermandarê Giştî ya Jendirmeyan Orgeneral Abdûllah Atay, Serokê 2yemîn yê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Misteşarê Serokwezirtiyê Fahrî Kasirga, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan beşdarî civînê bûn.