Ahmet Aydın
30 Adar 2020•Rojanekirin: 30 Adar 2020
Civîna Kabîneya Serokomariyê ya bi serektiya Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan qediya.
Civîna ku li Koşka Huberê ya li Trabyayê hat lidarxistin, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî tê de amade bûn.
Civîna ku bi beşdariya endamên kabîneyê saet 15.54an destpê kir, nêzîka 4,5 saetan ajot.
Civîna kabîneya cara yekê bi rêya vîdeo konferansê birêve çû.
Tê çaverêkirin ku piştî civînê Serokomar Erdogan gotara "Banga Gel" pêşkêş bike.