Alîkara Serokê Meclisa Federal a Almanyayê Claudîa Roth êzdiyên ku xwe sipartine Tirkiyeyê ziyaret kir û der barê zarokan de wiha got: "Hedê tu kesî nîne ku pêşeroja van zaran ji distê wan bigrê."
Rothê bi Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk, Şaredarê Agiriyê Sirî Sakik, hin parlementerên Almanyayê û nûnerên komeleyên alîkariyê re êzdiyên ku li otogara li taxa Yalimê hatine bicîkirin ziyaret kir.
Rothê li vê derê demekê êzdî ziyaret kir û paşê jî daxuyanî da. Rotê diyar kir ku êzdî hewcedarê alîkariyê ne.
Rotê destnîşan kir ku êzdî ji zilmeke mezin revîne û xwe sipartine herêmê û wiha axivî:
"Em li vê derê dibînin ku ev kesan bi tevkarî û alîkariya Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk ve li pê disekinin. Em ji wan re sipas dikin. Lê belê dibê Tirkiye û saziyên navneteweyî jî alîkariyê bidin êzdiyan. Hedê tu kesî nîne ku pêşeroja van zaran ji destê wan bigrê."
Şaredar Turk jî bal kişand ser şerê ku di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de didome û diyar kir ku kurd bûne hedefa çeteyên hovî û ji bo ku kurd xwe biparêzin çek hewce dikin.
Turk got ku dibê hêzên koalisyonê çekan bi kurdan re bigihînin û wiha axivî:
"Xêncî çekan alîkariyên din yên mirovahiyê ne. Lê belê ev alîkariyên mirovahiyê kurdan ji zilmê xilas nakin. Komara Tirkiyeyê jî ewê biryara bide. Ewê kurdên ku ev hezar sale bi wan re dijîn hilbijêre an ewên din. Dibê di vê mijarê de biryara xwe bide. Heke Komara Tirkiyeyê kurdên ku hezar sale bi wan re dijîn neparêze ev biratî dê ji holê rabe."
Roth piştî ku ji Mêrdînê vegeriya çû Diyarbekirê û li wê derê jî êzdiyên ku di Tesîsa Werzişê ya Yenîşehirê de hatine bicîkirin ziyaret kir.