Osman Keserê lawê Hewa Kesera xuşka Abdullah Ocalanê ku cezayê miebetê xwariye û li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye diyar kir ku ewê cihê merzelê diya xwe piştî hevdîtina bi Ocalan re eşkere bikin.
Keserê li Sariçama navçeya navend jiyana xwe didomand. Eqrebeyên Keserê piştî xebara mirinê li pêşiya nexweşxaneyê civiyan. Osman Keserê lawê Hewa keserê li hewşa nexweşxaneyê serxweşî qebûl kir.
Keser daxuyanî da nûçehihanê AAyê û diyar kir ku Hewa Keser di 6ê îlonê de ji ber nexweşiya şekir û tansiyonê bilind rakirin nexweşxaneyê lê îro jî wefat kir.
Keser destnîşan kir ku ji ber mirina diya xwe gelekî xemgin e û wiha axivî: "Ew dayîk bû, jana me zehf mezin e. Xuşka birêz Ebdilah Ocalanê serokê gelê kurd e. Keda wê li ser me zehf e. Em û gelê me di xemgîniyê de nin. Piştî hevdîtina bi Oclan re emê cihê merzelê wê eşkere bikin. Em li hêviya biryara wî ne. Li gor qanûnan dibê birêz Ocalan jî beşdarî merasima cinazeyê bibe. Em jî dixwazin ku Ocalan beşdarî merasimê bibe. Heke ku ew jî bixwaze."
Mehmet Ocalan serê sibê ji bo ku here girava Îmraliyê û bi kekê xwe Abdullah Ocalan re biaxive çûbû Gemlîkê. Piştî hevdîtinê dê cihê merzelê Hewa Keserê eşkere bibe.