03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
KÎEV
"Cotstandartên" polîtîkaya derva ya ûris a der heqê herêmên ku lê qeyran hene de balê dikişîne ser xwe.
Rêveberiya Moskowayê piştî Kirima ku yekalî ji Ukraynayê veqetiya, îlhaq kir, îja timî ji bo cudaxwazên li rojhilatê Ukraynayê nirxandina "canê xwe diparêzin" dike.
Cudaxwazên ji bo ku herêma Donbasê ji rêveberiya Kîevê biqetînin şer dikin, Rûsya piştgiriya wan dike. Li aliyê din jî di qeyrana Sûriyeyê da kesên ku li dijî rejima Esed a ku bû sedema mirina bi hezaran sivîlî derdikevin, dide ber bombeyan û bi hezaran kîlomêtro dûr fuzeyan davêje muxalifan.
Rûsya, cudaxwazên alîgirên ûris ên ku li Ukraynayê li dijî rêveberiyê têdikoşin wekî "piştevanê gel" dibîne, lêbelê muxalifên ku li Sûriyeyê ji bo ku ji zordestiya rejima Esed xelas bibin têdikoşin jî wekî "terorîst" pênase dike.
Li Ukraynayê "piştevan", li Sûriyeyê "terorîst"
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe ya di 29ê Tebaxa 2014an da îdia kiribû ku artêşa Ukraynayê êrîşî sivîlên li rojhilatê welat dike û ji bo cudaxwaz in alîgirên ûris ên li Ukraynayê wiha gotibû, "Heger tu ji bo mala xwe, ji bo xizmên xwe, ji bo jin û zarokên xwe şer bikî, tu mafdar î û tuyê bi ser bikevî."
Lîstikvanê polîtîkya derva ya Rûsyayê Lavrov ê ku di qeyrana Ukraynayê da helwesteke bi vî rengî dabû der, lê li Sûriyeyê jî muxalifan dide ber bombeyan û vê kiryara xwe mafdar dibîne. Li Sûriyeyê muxalif xwe ji Esedê ku xanî, jin û zarokên wan dide ber bombeyan û ji rêxistina terorê DAEŞê diparêzin.
Rûsya ji “deryaya aştiyê” moşekan davêje
Dijberiyeke din a di polîtîkaya derva ya Rûsyayê da jî der barê Deryaya Xezerê da ye. Di civînên ku ji bo cîgirkirina statuya Xezarê hatin lidarxistin da Rûsya û Îranê ji aliyê xwe ve xwestin ku ew der bibe “deryaya aştiyê”.
Welatên hevsînorê Xezerê di 2010an da peymana “hevkariya ewlekariya li Xezerê” îmze kirin û Xezer wekî “deryaya aştiyê” ragihandin.
Lê belê Rûsya niha jî ji keştiyên xwe yên Xezerê moşekan davêje dijberên rejima Esed ên li Sûriyeyê.